Rêjîma Îranê 4 welatiyên din jî li girtîgeha têjîmê li bajarê Urmiyê de bidar vekirin

.

Li berdewamiya menca bidarvekirinan li Îranê, vê carê rêjîmê 4 welatiyên Kurd li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de bida vekirin, bi vê pêkê, li wan 20 rojan rêjîmê 83 kes bidar vekirine

Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Hov û dije mirov a Îranê li berdewamiya kuştina xelkê Îranê, roja Pêncşemî 20ê Banemerê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de 4 welatî yên bi navên “Hesen Erebî, Ewdila Hesenzade, Hesen Çûpanî û Tahir ku nasnavê wî nehatiye zanîn” li sibêdeha roja Pêncşemî 20ê Banemerê, bidar vekirin.

Pêka zanyariyên belavbûyî, “Hesen Erebî, Ewdila Hesenzade û Hesen Çûpanî” pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin û li roja Sêşemiyê ve heta dema bidarvekirinê,li odeya takekesî de ragirtibûn.

Pêka rapora belavbûyî, “Hesen Erebî” kurê “Babizîn” yê xelkê gundê “Enbî”yê ser bi bajarê Urmiyê, bavê 2 zarojkan bûye û “Hesen Çûpanî” xelkê “ gundê “Şehirsitên”ê ser bi bajarê Pîranşarê û Tahir ku nasnavê wî nehatiye zanîn xelkê bajarê Urmiyê û “Ewdila Hesenzade” xelkê gundê“Yêngîce”yê ser bi bajarê Urmiyê ye.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye