Rejîma Îranê 3 Kurd bi dar ve kirin

.

Rejîma Îranê herî hindik 3 girtiyên Kurd li girtîgehên navendî yên Kerec û Qizilhesarê bi dar ve kirin.

Hate ragihandin ku duh, roja Sêşemî, 15ê Nîsana 2025an, 2 girtiyên Kurd, Secad Yarmihemedî û Mecîd Ruhî, li girtîgeha navendî ya Kerecê hatin bidarvekirin.

Hate ragihandin ku her du girtî berê bi “tohmeta têkildarî madeyên hişbir” cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birrîn.

Her weha hate ragihandin ku hefteya bihurî, roja Çarşemî, 9ê Nîsana 2025an, girtiyekî din ê Kurd, Secad Ekberî yê 27 salî, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê bi tohmeta “kuştina bi qest” hat bidarvekirin.

Heta niha, nûçeya van bidarvekirinan di medyayên hikûmetî û yên bi ser Dezgeha Dadweriya rejîma Îranê de nehatine belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle