Rejîma Îranê 3 girtiyên din bi dar ve kir

.

Rejîma Îranê, di girtîgeha Navendî ya bajarê Îlamê de, 3 girtiyên bi navên “Hamid Menûçêhrî”, “Mihemmed Kerîmnijad” û “Subhan Şuhanî” bi dar ve kir.

Li gor zanyariyan, ew sê girtî bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibûne binçavkirin û pişt re jî, ji aliyê dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îranê ve, cezaya îdamkirinê ji ser wan re hatibû birîn.

Herwisa, di nav wan sê girtiyan de, Hamid Menûçêhrî xelkê bajarê Mêhranê ye.

Heta vê demê, îdamkirina wan sê girtiyan, ji aliyê ti medyayên navxweyî yên Îranê û herwisa çavkaniyên fermî nehatiye ragihandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle