Rêjîma Îranê 15 mamsostayên bajarê Sinê bo sepandina siza bo dadgehê banghêj kirin

.

15 çalakvanên Sendîkaya Mamostayan li bajarê Sinê ji aliyê rêjîmê ve hatine banhêjkirin ku xwe bo sepandina siza bi dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li bajarê Sinê bidin nasandin.

Pêka raporên belavbûyî,15 çalakvanên Sendîkaya Mamostayn li bajarê Sinê ku rêjîmê tohmeta alkozkirin û têkdana aramî û asayîşa giştî bi wan daye, li 11ê Cozerdanê hatine banghêjkirin ku xwe li 19ê Cozerdanê bi taya 109 a dadgeha sizakirina 2 a rêjîmê li bajarê Sinê, bidin nasandin.

pêka raporan, “Fatme Zend Kerîmî, Nesrîn Kerîmî, Muxtar Esedî, Mihemedriza Muradî, Selahedîn Hacîmîrzayî, Bêhzad Qewamî, Seyîd Xeyas Nêimetî, Riza Tehmasbî, Rizgar Heyderî, Kûrûş Îzetî Emînî, Şehriyar Nadirî, Aram Îbrahîmî, Sadiq Ken`anî, Mecîd Kerîmî û Feysel Nûrî” ji aliyê rêjîmê ve hatine banghêjkirin.

Pêka rapora “Tora Mafên Mirovî ya Kurdistanê” sedema dosyeçêkirin li dadgeha rêjîmê li dîjîê wan çalakvanan û herwisa banghêjkirina wan, vedigere bo tomarkirina şikayet a dawakarê giştî yê rêjîmê li bajarê Sinê li ser kombûna nerizayetiya mamostayan li sala 1401 a Rojî, li ber deriyê îdareya perwerde û hînkariya rêjîmê li bajarê Sinê.

Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
Hakan Fîdan: Divê YPG ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike