‘Rejîma Esad li ser Kurdan birçîbûnê ferz dike’

.

Li Sûriyeyê Kurd bi dorpêça xwarinê re rû bi rû mane. Li çend taxên Helebê ku di bin kontrola Kurdan de ne, Hikûmeta Sûriyeyê pêşî li bidestxistina berhemên jiyanî yên xwarinê digire.

Li gorî nûçeya Middle East Eye: li cihên ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ne, ji 13ê Adarê ve li taxên Şêx Maksud û Eşrefiyê dorpêç li ser ard û berhemên jiyanî yên xwarinê heye. Hat zanîn ku ev dorpêç bi hefteyan e didome û niştecihên li van taxên bin serweriya Kurdan, bi birçîbûnê re rû bi rû mane.

“Rejîma Esad pêkutiyê li Kurdan dike da ku destkeftiyên wan desteser bike.”

Yek ji aktivîstên Sûriyeyî Akram Hamo da zanîn, armanca rejîmê ew e ku taxên Helebê yên ji sala 2012an ve di bin kontrola YPGê de ne, werin teslîmgirtin. Li gorî çavkaniyên ji Şêx Maksudê hatine bidestxistin, xwarin ber bi qedandinê ve diçe, buha bi qasî 3 qatan hatine zêdekirin û ew kesên ku ji taxên din xwarinê bigirin jî li ber gefa girtinê ne.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN