Rejîm li caşên hin gundên derdorê Sineyê ji bo tepeserkirina xelkê mifahê verdigire

.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Spaha Pasdaran ji bo tepeserkirina xelkê serhildêr yên bajarê Sineyê ku 47 roj e di berxwedan û serhildana li dijî rejîmê de ne, ji caşên hin gundên derdora bajarê Kamiyaranê mifahê verdigire.

Spaha Pasdaran a terorîst ji bikirêgirtiyên xwe li bajarê Moçêş ê ser bi Kamiyaranê ji bo serkutkirina xelkê serhildêr ê Sineyê mifahê verdigire.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Spaha Pasdaran tevî vê ku caşên derdora bajarê Sineyê bo nav vî bajarî veguhazîne, li gundên derdorê bajarê Kamiyaranê jî caşan bo bajarê Sineyê vediguhazîne.

Di vê derheqê de jî, ciwanên bajarê Sine û Kamiyaranê gef ji caşan xwarine û dane zanîn ku dev ji vê kiryarên xwe yên qirêj berdin, hekî ne hûnê dê rastî sizayê gel bên.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle