Rejîm ji Dêrezorê vekişiya: HSD bi cih bû

.

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ragihand, “Şervanên me yên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li bajêr û rojavayê Feratê bi cih bûne.”

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li ser rewşa dawî ya Dêrezorê û bicihbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir.

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Geşedanên dawî yên li welatê me Sûriyeyê, ji bo ewlehiya gelê me û aramiya herêma me Dêrezorê metirsiyeke mezin e.

Bi taybetî vejîna çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞê yên li çolistana Dêrezorê metirsiyên mezin in.

Li hemberî vê rewşê û ji bo ewlehiya gelê me, şervanên me yên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li bajêr û rojavayê Feratê bi cih bûne.

Armanca me ya sereke ew e ku em ewlehiya xwe û aramiya civaka xwe biparêzin. Em bi hemû hêza xwe li ser pêkanîna vê berpirsiyariya dîrokî ne.

Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin ku bi germî pêşwazî li me kir û bi hemû derfetên xwe piştgirî da me.

Em bangî hemû welatiyên xwe dikin ku bi şervanên xwe re bibin yek da ku em bi hev re axa xwe biparêzin û li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) her wiha piştî ku Hikûmeta Sûriyeyê vekişiya Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê jî kontrol kiribû.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê bi carekê re ji Dêrezorê vekişiyane.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide