Rêjeya herî kêm a xwendinê li Bakurê Kurdistanê ye

.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêjeya herî bilind a xwendin û nivîsandinê li parêzgehên Antalya, Çanakkale û Îzmirê yên Tirkiyê ye û rêjeya herî kêm jî li parêzgehên Mêrdîn, Riha û Sêrt û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê ye.

Saziya Amaran a Tirkiye (TUIK) amarên perwerdeya neteweyî yên sala 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rêjeya zanîna xwendin û nivîsandinê gihiştiye %97.6an. Ev rêja sala 2008an %91.8 bû.

Li gor amaran li Antalyayê rêjeya zanîna xwendin û nivîsandinê %99 e, ku bilindtirîn rêjeya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye. Piştî Antalyayê rêjeya herî bilind a zanîna xwendin û nivîsandinê li bajarên Çanakkale, Îzmir, Mugla û Denizliyê yên Tirkiyê ye.

Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeya herî kêm a zanîna xwendin û nivîsandinê bi %93.6 li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye. Piştî Mêrdînê rêjeya herî kêm a zanîna xwendin û nivîsandinê li bajarên Riha, Sêrt, Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê ye.

Dema xwendina welatiyan herî zêde li Enqerê bilind e. Li Enqerê dema xwendina welatiyên ji 25 sal mezintire 10 sal û 6 meh in. Piştî Enqerê li parêzgehên Stenbol, Eskişehir, Kocaeli û Îzmir ên Tirkiyê dema xwendina welatiyan zêde ye.

Li gor parêzgehên Tirkiyê, li parêzgehên Bakurê Kurdistanê dema xwendina welatiyan jî kêmtir e. Di nav 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de Agiriya Bakurê Kurdisanê di rêza dawî de ye. Li Agiriyê her welatiyekî ji 25 sal mezintir tenê 7 sal û 2 mehan xwendiye. Piştî Agiriyê rêjeya herî kêm a xwendinê li parêzgehên Riha, Wan û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ye.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da