Rêjeya bêkariyê herî zêde li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê bilind e

.

Li gor Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), rêjeya bêkariyê herî zêde li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê bilind e. Li van bajaran rêjeya bêkariyê %19.2 ye.

TUIKê “Amarên Kar ên 2022ê” yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin. Li gor amarên TUIKê derfetên kar herî zêde bi rêjeya %54.1 li parêzgehên Tekirdag, Edirne û Kirklareliyê yên Tirkiyê hene û herî kêm jî bi rêjeya %33.8 li parêzgehên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê hene.

Herwiha rêjeya herî bilind a bêkariyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye.

Rêjeya herî bilind a bêkariyê li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi %19.2 li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ye û rêjeya herî kêm a bêkariyê jî bi %6.2 li parêzgehên Kastamonu, Çankiri û Sinopê yên Tirkiyê ne.

Li gor amarên Tirkiyê rêjeya bêkariyê sala 2022ê %10.4 bû û hejmara bêkaran di sala 2022ê de li gor sala 2021ê 337 hezar kes kêm bûye. Sala 2022ê 3 milyon û 582 hezar kes bêkar bûne. Sala 2021ê rêjeya bêkariyê %12 bûye û 3 milyon û 919 hezar kes bêkar bûne.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye