Rêjeya bazirganîya navbera Ermenistan-Kurdistanê bilind bû: Gihîşt 155 milyon dolaran

.

Konsulê Giştî yê Ermenîstanê Endarnaek Harutuinyan got, sala borî 80 milyon dolar danûstana bazirganî di navbera Iraq-Herêma Kurdistanê û Ermenîstanê de pêk hatiye, lê îsal ew rêje gihîştiye 155 milyon dolaran.

Konsulê giştî yê Ermenîstanê li Hewlêrê û nûnerê Wezareta Aborî ya Ermenîstanê û 6 kompanyayên Ermenîstanê îro 25ê Mijdarê serdana Odeya Bazirganiya Hewlêrê kirin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd bi daxuyaniyekê ragihand: ‘’Di hemû astan de peywendiyên bihêz di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de heye û peywendiyên bazirganî yên di navbera herdu aliyan pêşxistina wan jî berdewame. Em jî hewla bihêzkirina zêdetir a wan peywendiyan didin.’’

Hacî Seîd diyar kir, Ermenîstan ezmûnên wê yên baş di sektora çandinî û xurak de heye, em hêvîdar in hevkar bin di bingehkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de û veberhênana li sektorên çandiniyê de.

Konsulê Giştî yê Ermenîstanê Endarnaek Harutuinyan jî got: “Sala borî 80 milyon dolar danûstanên bazirganî di navbera Iraq û Ermenîstanê de hebû, ku beşek ji wê bazirganiyê jî li gel Herêma Kurdistanê ye pêk hatiye. Îsal danûstandina bazirganî gihîştiye 155 milyon dolaran û em kar dikin ji bo bilindkirina zêdetir a wê asta danûstandina bazirganiya di navbera herdu welatan de.’’

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê