RedBullê daxuyanî li ser Colemêrgê da

.

 Kompanya RedBullê piştî nerazîbûnan bo Baroya Colemêrgê daxuyaniyek şand û dibêje “Em gelekî xemgînin û ji bo careke din tiştekî wiha çênebe emê di nav saziya xwe de tedbîrên pêwîst werbigrin.”

Karmendê Kompanya RedBullê bo çiyagerekî peyamek şandibû û gotibû "Li Tirkiye biçin 80 parêzgehan lê neçin Colemêrgê. Colemêrgê, ji ber bûyerên terorê heta 2-3 sal berî niha cihekê wek rewşa awarte bû. Herwiha bajar li ser sînorên Iraq û Sûriyê cih digre, lewra ew herêm cihekî bi risk e.”

Piştî ev name li ser medya civakî hate belav kirin Baroya Colemêrgê derbarê mijarê de peyamek belav kiribû û kompaniya RedBullê şermezar kiribû û daxwaz kiribû ku ji xelkê herêmê lêborîna xwe bixwazin. Baroya Colemêrgê di peyama xwe de amaje bi wê yekê dabû ku ew ne li dijî ramana derbirînê ne lê yên ku herêmê reş dikin wan şermezar dikin û biçûkxistina saziyên dewletê sûc e û ew sazî dikarin gilî bikin.

Li gor agahiyan Kompanya RedBullê ya li Tirkiyê derbarê mijarê de 31ê Çileya 2022an bo Baroya Colemêrgê daxuyaniyek şandiye û got “Em wek RedBulla Tirkiyê ne ligel nêrîna karmendê xwe ne ku derbarê Colemêrgê de ji kesekî din re nivîsandiye.”

Herwiha RedBull dibêje “Em acizbûnên ku çavkaniya xwe ji me digrin dizanin, famdikin û ji ber vê yekê jî em gelekî xemgînin. Karmendê me jî ji ber nivîsa xwe poşmane. Wek Redbulla Tirkiyê bo careke din tiştekî wiha çênebe emê di nav saziya xwe de tedbîrên pêwîst werbigrin. Di dema pêş de wek her bajarekî Tirkiyê emê li Colemêrgê jî çalakiyên xwe yên werzîşî, çand û hûnerî çêbikin.”

Piştî peyama karmendê Kompanya RedBullê li ser medya civakî hatibû belav kirin Baro û Walîtiya Colemergê, Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirov bi daxuyaniyekê şermezar kiribûn û gotibûn ew dê kar û barên yasayî bidin destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin