Rêbiwar Taha: Li Kerkûkê 3 katyuşa ketin xwarê

.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha da zanîn ku şeva borî li Kerkûkê 3 mûşekên katyuşa ketine xwarê.

Şeva borî li Kerkûkê dengê teqînên bihêz hat.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Rûdawê re eşkere kiribû 2 mûşek ketine û mûşekek li Balafirgeha Leşkerî ya Kerkûkê ketiye û ya din jî li Taxa Erûbeyê li banê xaniyekî ketiye.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha li ser teqînan ji medyayê re axivî û diyar kir ku 3 mûşekên katyuşa ketine xwarê.

Rêbiwar Taha ragihand ku mûşekek li Taxa Erûbeyê li xaniyekî ketiye û ya din jî li nêzîkî balafirgehê ketiye.

“Ziyanên canî nînin”

Wî jî daxuyand ku ti ziyanên canî nînin û anî zimên:

"Em li bendê ne ku aliyên pêwendîdar lêkolînên xwe bi dawî bikin.

Xweşbextane ti ziyanên canî ji ber êrişê çênebûne, tenê ziyanên madî gihiştine malekê.

Mûşek di navbera balafirgeha sivîl û ya leşkerî de ketine. Ziyan negihîştiye her du aliyên balafirgehê û geştên asmanî yên sibê dê bi awayekî asayî bên kirin."

“Em dê bi pey wan kesan bikevin”

Li gorî agahiyên ku Parêzgar Rêbiwar dane, dema malbat li malê ye mûşek li mala wan ketiye lê rewşa tevan baş e û got:

“Em hemû xelkê Kerkûkê piştrast dikin ku em dê bi pey wan kesan bikevin ku li pişt vî karî ne.”

Birêvebiriya Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihand ku demjimêr 23:30î 3 mûşekên ku “çavkaniya wan nediyar bû” li balafirgehê ketine xwarê û di encamê de kesek birîndar bûye.

Birêvebiriya Balafirgehê diyar kir ku "2 mûşek li beşa leşkerî ya balafirgehê û yek jî li beşa sivîlan ketiye."

Birêvebiriya Balafirgehê her wiha da zanîn, di van teqînan de kesek birîndar bûye û şewata ku piştî teqînan dest pê kiribû jî hatiye kontrolkirin.

Li Zaxoyê jî teqîn

Şeva derbasbûyî dronek jî li nava Kampa Derkarê ya Zaxoyê ket xwarê.

Di ecama ketina dronê de beşeke dibistana kampê şewitî lê ti ziyanên canî çênebûn.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Koşka Sipî: Amerîka cezayên li ser Sûriyeyê radike
Hisên Omer: Li Sûriyeyê jî paşeroja Kurdan di destê Tirkan de ye
Hawara Çiyayê Kurmênc
Medyaya Îsraîlê: Di navbera Şam û Tel Evîvê de nakokiyeke nû derketiye