Rêberê Durziyên Sûriyeyê Hîkmet Hecerî da zanîn ku Kurdan ji bo axa xwe şehîd dane.
Hîkmet Hecerî li ragihandina “destûra nû ya Sûriyeyê” got, “Tiştê ku navê wê ‘ragihandina destûrê’ hatibû danîn di rastiyê de ragihandina zordariyê bû û li pey çû:
"Em û hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji piraniya bendên destûrê ne razî bûn.
Ew mafên kêm ên tê de hebûn ne tenê ji bo Kurdan bûn, belkî ji bo hemû taîfe û pêkhateyên gel bûn, twer birayên Sunî jî jê ne razî bûn."
Rêberê Durziyan diyar kir ku di navbera wan û Şamê de ti nakokî tune lê giliyê wan ji desthilata nû heye û got:
"Ew xwe wisa nîşan didin ku razî ne lê mixabin daxwazên aştîxwaz û zelal û nîştimanî yên me bi cih nayînin nakin."
Rêberê Durziyên Sûriyeyê Hîkmet Hecerî pirsên edîtorê Beşa Erebî ya Rûdawê Mihemed Îsa bersivandin:
Rûdaw: Gelo Sûriyeyeke aramkirî bi vê şêwaza niha ya birêvebirinê tê avakirin?
Hîkmet Hecerî: Aramî çênabe eger bi berçavgirtina rewşa Sûriyeyê û pêkhateya gelê wê û dabeşbûn û tevliheviya pêkhate û çînên cuda nebe. Ji ber vê yekê, şêwaza birêvebirina demkî ya niha, heta ku hevsengiyekê ji bo hemû van tiştan daneyne û bi awayekî zîrek û hûr kar neke, dê berdewam nebe. Pirsgirêk jî dê her bimînin. Ji ber vê yekê, em û zarokên Sûriyeyê bang li navendîtiya îdarî dikin ku dibe sîstemeke siyasî ya nêzîktir û berfirehtir û serketîtir ji hemû yên din re ji bo birêvebirina welat ber bi paşerojeke aram û baştir ve.
Rûdaw: Carinan nakokî di navbera we û desthilata nû ya Şamê de serî hildide, sedema bingehîn a vê cudahiyê çi ye?
Hîkmet Hecerî: Di rastiyê de ti nakokî di navbera me de tunin, ji ber ku em ji destpêka derketina serokê reviyayî ve daxwaza mafên gel û şoreşgeran dikin bi rêya diyalogeke berfireh û destûreke medenî ya rast û nûkirina û avakirina dezgehên bi awayekî mînakî û belavkirina samana gel.
Ew samana ku di serdema rejîma jiholêrabûyî de li ber firotin û talankirinê bû. Me ji destpêkê ve bang kir ku hemû Sûriyeyî di serkeftinê de hevpar in û rûmeta kesî ji yê din ne zêdetir e, ji ber ku hemûyan hewla xwe da û îradeya navneteweyî hat sepandin û ya ku bû, bû.
Lê ya ku diqewime nebûna rastbêjiyê ye. Ew birayên ku gihîştin Şamê, gazî me dikin û dibêjin "Yê ku rizgar dike, biryarê dide."
Em jî ji wan re dibêjin em û hûn û hemû gelê şoreşger rizgarker in û her em jî biryarder in, ne tenê hûn, hûn ne dagirker an wêranker in da ku dîtina xwe û rengê xwe bi tenê li ser hemû pêkhateyan ferz bikin lê em hemû wekî yek gel hevparên serkeftinê ne. Eger na, em vedigerin ji bo rûyekî din ê zordariyê ku dişibe ya Beasa Beşar û bavê wî, ev jî ne daxwaza şoreşgeran bû.
Ew wisa xwe nîşan didin ku razî ne lê mixabin daxwazên aştiyane û zelal û niştimanî yên me bi cih nakin ku qet nebûne daxwazên taîfeyekê an parêzgehekê an taybetî lê hemû zarokên Sûriyeyê bi hemû rengên xwe ve li ser wê hevbîr bûn lê gendeliya medyayê û şiyarkirina mêşên elektronîk a wan kesên ku di torên civakî de bi awayekî nenaskirî xizmeta aliyekî dikin û êrişî aliyê din dikin ku rejîma berê ew tayîn kiribûn, vegeriya bi kincekî nû yê tometbarkirin a xaîniyê ve ku tenê hin peyv hatine guhertin, ji bo ku me ji van daxwazên niştimanî dûr bixin, şêwandin û sextekarî û handan tê kirin ku bûye sedema rijandina xwîna bêsucan ji bo tirsandina me û dûrxistina me ji pêşkêşkirina daxwazên niştimanî yên neguhêrbar an paşvegerîna ji wan.
Rûdaw: Gelê Sûriyeyê ji netew, ol û mezhebên curbicur pêk tê, bi ya we hevnasîna vê piralîbûnê çavkaniya hêzê ye yan qelsiyê?
Hîkmet Hecerî: Em ne li vir in da ku van rastiyên han bipejirînin an jî red bikin. Daxuyaniyên me di vî warî de tam zelal bûn. Gelek caran me gotiye dema ku em behsa bedewiya Sûriyeyê dikin, em serbilindiyê bi welatîbûnê û hezkirina navbera hemû kurên gelê Sûriyeyê bi hemû ol, tayîfe, reng, pêkhatî û netewên wan dikin.
Ev bedewî wekî bedewiya qumaşekî yekgirtî û bi hêz e. Em behsa kêmanî û piraniyê nakin lê em behsa pêkhateyeke gelî ya yekgirtî dikin ji bo hemû wan kesên ku me behs kir ku wan Sûriye taybet kiriye û morekî şaristanî û rengîn pê bexşandiye û dike ku bibe çirayeke ronahî û nêzîk ji hemû gelên cîhanê re, ji ber vê yekê ev gotina han serbilindî û bedewî û hêz e, qet berevajiyê wê nîne.
Rûdaw: Ji dîtina Kurdan destûra demkî tiştek neguherandiye û ti hevnasîn û maf nedaye Kurdan, hûn çawa li vê destûrê dinêrin?
Hîkmet Hecerî: Destûr?! Hûn behsa kîjan destûrê dikin? Ewa ku navê "Ragihandina Destûrî" lê hat kirin di rastiyê de ragihandineke zordar bû. Em û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di piraniya bendên wê de ne razî bûn.
Ew mafên ku kêm tê de hebûn ne tenê ji bo Kurdan bûn lê belê ji bo hemû tayîfe û pêkhateyên gel jî bûn, tewr birayên Sunî jî jê razî nebûn. Dem nîne ku em kevin nava hûrgiliyên wê, em ducare daxwaza sererastkirina wê bi tevahî dikin.
Rûdaw: Kurd, Mesîhî û Elewî daxwaza destûrekê dikin ku bi beşdariya hemû aliyan bê nivîsandin û mafê hemûyan tê de be û li ser bingeha nanavenda damezirandî be, hûn çawa li destûra hevdemî ya nû ya Sûriyeyê dinêrin?
Hîkmet Hecerî: Em ducare dikin û em bûn kesê ewil ku daxwaza sererastkirinê ji aliyê pisporan ve kir û bêyî ku dudilî an jî bêyî ku berjewendiyên kesekî li ber çavan bigirin, me ji bo dewleteke yekgirtî bi sîstemeke nanavendî ya demokratîk û medenî bang kir.
Her ev jî bû ku bû sedema hemû êrişên elektronîk û neyartiyên medyayî û pêlan ên li dijî me hatin kirin, wekî ku me li jor behs kir.
Rûdaw: Demek berê, Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke televîzyonî de got "Divê gelê Sûriyeyê li ser paşeroja Sûriyeyê biryarê bide lê ez federaliyê wekî sîstemeke guncav dibînim ji bo Sûriyeyê û ji bo Kurdên li Sûriyeyê." Hûn çawa li sîstemeke federal li Sûriyeyê dinêrin ku yekparçeyiyê biparêze û beşdariya hemû netew û pêkhateyên wê misoger bike?
Hîkmet Hecerî: Me gotina xwe di vê derbarê de kiriye. We derbarê navendîtiyê pirsî û me bersiv da ku em li ser wê teqez dikin. Ev nêrîna hemûyan e û lihevkirina siyasî û pisporên ku cudahiyê dikin di navbera federalî û navendîtiyê de û ya duyemîn baştir dizanin.
Di dawiyê de, pisporên pêkhateyên niştiman, li gorî rastiya rewşê û xwezaya welat, ew in ku dibînin û li hev dikin û diyar dikin, em jî bi wê raya rast û misoger in di van aliyan hûr de, ku hûrgiliyên bersivê ji pisporên vî warî re dihêlin.
Rûdaw: Hûn çawa li mafên Kurdan li Kurdistana Sûriyeyê dinêrin, wekî duyemîn netewa herî mezin li Sûriyeyê ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî û zêdetir ji 12 hezar şehîdan di şerê DAIŞ de dane?
Hîkmet Hecerî: Birayên Kurd yek ji pêkhate û rengên gelê Sûriyeyê ne ku di bersivên me yên berê de me behs kir.
Wan şehîd dane wekî ku çawa Sûriyeyiyên din jî ji bo bidestxistina mafên xwe wekî pêkhateyekê û di parastina maf û ax û rûmet û jiyana xwe de şehîd dabin. Em rehmetê li şehîdan dikin û rêzê li dilsozî û hilbijartina wan ji bo niştimana dayîk, Sûriye, digirin ku bi evîn û aştiyê me kom dike.
Rûdaw: Gelo rast e ku hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşniyar li we re kiriye ku hûn navên rehîneyên Durzî bidin wan da ku di dema guherandina dîl û rehîneyan de pêşkêşî DAIŞê bikin û di beramberî de dîlên DAIŞî yên li cem xwe berdin?
Hîkmet Hecerî: Ev di dema hewldana DAIŞê ya ji bo dagirkirina gundên rojhilatê parêzgehê bû di sala 2018an de, wê demê komek jin û zarokên me hatibûn revandin.
Destpêşxeriya birayên Kurd bi rastî ew bû ku ev pêşniyar û xwegorîkirin xistin holê ji bo rizgarkirina kur û keçên me ji destê DAIŞa revîner.
Me nameyeke spas û qedirgirtinê ji wan re şand, îro jî em heman spasdariya wan dikin ji bo karê wan ê xweşik û mêrxasî ku belgeyeke rastiyê û biratiyê ye.
Rûdaw: Îsraîl her dem behsa wê yekê dike ku pêwîst e parastina maf û ewlekariya Durziyan bê kirin û her wiha behsa ewlehî û mafên Kurd jî dike li Sûriyeyê. Hûn çawa li vê helwesta Îsraîlê dinêrin?
Hîkmet Hecerî: Ti kes cudahiyê nake li ser dayîna mafan ji xwediyên wan re. Her kesê gavekê ber bi me ve bê, em jî gavekê ber bi wî ve diçin. Ew jî niha hevdîtin û dan û standinan bi serkirdayetiya demkî ya Sûriyeyê re dikin û naskirinê jê werdigirin.
Loma bersiv zelal e û di vegêrana bûyeran de tê xwendin. Hemû welat û gelên cîhanê daxwaza maf û ewlehiya me dikin wekî gelekî.
Rûdaw: Çawa mirov dikare têkiliyeke herdemî û berfireh li gel Kurdan ava bike?
Hikmet Hecerî: Berdewamiya têkiliyên navbera Durziyan û Kurdan ne tiştekî nû ye û min di pirseke berê de behsa wê kir. Xem û êşên me hevpar in. Dema dîroka bav û kalan me kom dike, paşeroja nifşan jî me kom dike. Em tenê parêzvanên vê têkiliya baş in.
Rûdaw: Wekî hûn dizanin, malbata Kemal Conpolat Kurd e, gelo kokên Kurd ên Durziyan hene?
Hikmet Hecerî: Hûn behsa malbata rêzdar a Canpolat dikin. Dibe ku dostanî û xem û êşên hevpar me li gel birayên Kurd ên rêzdar kom kiribin lê dîrok dibêje Durziyên ku ji Benî Merûf in dîrokeke wan heye wekî eşîrên Ereb ên kevnar ku ji Yemen û nîvgirava Ereban hatine.
Hevalên Pêxemberê mezin bûn û li dora hevalê rêzdar Selmanê Farisî bûn. Hemû rêza me ji bo we û ji bo dîroka we heye ku hûn pê serbilind in, em jî bi hemû hûrgiliyên wê ve rêzê lê digirin.
Rûdaw