Rêber Ehmed û Michael Ecker danûstandinan li ser zêdetir parastina Herêma Kurdistanê dikin

.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Şêwirmendiya Serbazî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê danûstandinan li ser piştevaniyên Hevpeymanan ji bo hêzên Pêşmergeyan û berhingarbûna DAIŞê dikin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Em îro bi Fermandeyê Şêwirmendiya Serbazî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Michael Ecker re civiyan”.

Wezîrê navxwe herwesa gotiye, “Di çarçoveya piştevaniyên wan de, ez spasiya Hevpeymanan dikim, li ser meşqpêkirina hêzên Pêşmergeyan berdewam in, ji bo berhingarbûna çekdarên DAIŞê”.

Rêber Ehmed amaje daye, “Me di wê hevdîtinê de tekez li ser zêdetir parastina Herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyan kir”.

Li Tebaxa sala 2014ê û bi serperiştiya Amerîkayê, Hevpeymaniya Navdewletî ji bo berhingarbûna DAIŞê hat ragehandin, her li Îlona wê salê civîna wê Hevpeymaniyê bi berhevbûna 62 welatan hat kirin, hemî welatan bi şandina balafirên şerî û çekî ji bo hêzên şerker ên dijî DAIŞê û meşq û kelûpelên mirovî û yên saxlemiyê tevlî wê hevpeymaniyê bûn.

K24

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin