Rêber Ehmed: Herêma Kurdistanê ji partiyên siyasî yên opozîsyona Îranê û Tirkiyê re nabêje partiyên terorîst

.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, pêwîste dawî bi êrîşên ser Herêma Kurdistanê bên anîn û teqez kiri ku ti grubekî terorîst li Herêma Kurdistanê tine.

Îro 17.04.2024ê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di paneleke li Silêmaniyê de amaje bi wê yekê kir ku pêwîste dawî bi êrîşên ser Herêma Kurdistanê bên anîn.

Herwaha diyar kir, ew razî nabin ti grubekî çekdar li axa Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê derbarê sîstema Iraqê de jî got, pênase kirina hikûmeta Iraqê wek hikûmeta navendî xeletiye li destûra Iraqê, ji ber navê wê hikûmeta federal e, lê Iraq di dest hizra navendî de dinale.

Rêber Ehmed got: ‘’Hin aliyên saziyên federal biryarên ne di cîh de dijî Herêma Kurdistanê derdixin.’’

Derbarê grubên terorîstî li Herêma Kurdistanê de jî teqezî li wê yekê kir ku ti grubeke terorîstî li Herêma Kurdistanê tine.

Wezîrê Navxwe derbarê partî û grubên rojhilat û Bakurê Kurdistanê de jî got: ‘’Herêma Kurdistanê bi partiyên siyasî yên opozîsyona Îranê û Tirkiyê re nabêje partiyên terorîst.’’ Û got: ‘’Doza Kurd, Doza Kurdistanê li navçeyê heye û pêwîste çareseriyekî bingehîn ji bo wê bê danîn.’’

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin