Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku divê mijara PKKyê di navbera Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Îraqê de bi rêya mekanîzmayeke sêalî were çareserkirin.
Rêber Ehmed her wiha destnîşan kir ku divê ji bo bicihanîna Peymana Şingalê Hewlêr û xelkê Şingalê bibin mixetab û hikûmeta Îraqê di bicihanîna peymanê de cidî tevnegeriyaye.
Rûniştina heftem a Foruma MERIyê ya 2026an
Rêber Ehmed di roja duyem a Foruma MERIyê ya 2026an de axivî.
Rûniştina heftem a forumê bi navnîşana “Ji Parçebûnê Ber bi Hevgirtinê ve: Piştî Koalîsyona Navneteweyî Paşeroja Pergala Ewlehiyê ya Îraqê” hat lidarxistin.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Erecî rû Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di panelê de axivîn.
Rêber Ehmed mijarên wekî Peymana Şingalê, rewşa komên çekdar ên li Îraqê û pêwendiyên bi welatên cîran re nirxandin.
"Komên çekdar rê nadin Peymana Şingalê pêk bê"
Rêber Ehmed bal kişand ser astengiyên li pêşiya pêkanîna Peymana Şingalê.
Wî eşkere kir ku komên çekdar ên derveyî dewletê nahêlin peyman pêk were û ew şertên xwe ferz dikin.
Rêber Ehmed anî zimên ku divê Bexda di pêkanîna peymanê de ne komên çekdar, Herêma Kurdistanê û xelkê Şingalê wekî mixetab qebûl bike.
Wî bi bîr xist ku Peymana Şingalê beriya şeş salan hatiye îmzekirin û got:
"Qaymeqamekî ku ji aliyê xelkê ve hatibû hilbijartin hebû lê gavên di peymanê de nehatin avêtin."
Li gorî peymanê, diviyabû komên çekdar ji deverê derkevin, hêzên herêmî ewlehiyê biparêzin û ji bo vegera koçberan komîteyeke hevpar di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava bibe.
Ehmed destnîşan kir ku ev gav nehatine avêtin û wiha domand:
"Qaymeqam ji karê xwe vekişiya, pirsgirêk mezintir bûn û hêzên PKK û Heşdî Şebiyê yên li herêmê zêde bûn."
Ji bo mijara PKKyê pêşniyara mekanîzmaya sêalî
Rêber Ehmed ragihand ku nabe mijara PKKyê bi awayekî yekalî were destgirtin.
Wî destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk di navbera Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Îraqê de bi hev re were çareserkirin û got:
"Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêdivî bi mekanîzmayeke sêalî heye."
Piştgiriya ji bo belavkirina komên çekdar
Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara Serokwezîrê Îraqê ya ji bo çekdanîna komên çekdar ên derveyî dewletê.
Rêber Ehmed anî zimên ku ew daxwaza belavkirina hemû komên çekdar ên li Îraqê dikin û got:
"Eger li welêt mafên destûrî yên hemû pêkhateyan bên parastin û bi wekhevî nêzîkî her kesî bibin, Îraq dê bihêztir bibe."
Wî da zanîn ku nabe ti pêkhate ji yên din re bibe asteng an li ser pêkhateyên din re were girtin.
Pêwendiyên bi Tirkiye û Îranê re
Rêber Ehmed giringiya pêwendiyên bi welatên cîran re anî zimên.
Wî da zanîn ku divê li gorî berjewendiyên bilind ên niştimanî pêwendiyên baş bên danîn.
Rêber Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye û Îran du dewletên giring ên herêmê ne û divê pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi her du welatan re bigihîjin asteke stratejîk.
"Rewş ne wekî ya sala 2014an e"
Wezîrê Karên Navxwe rewşa ewlehiyê ya Îraqê jî nirxand û got ku şert û mercên niha ji yên sala 2014an cuda ne.
Wî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê xwedî wê şiyanê ne ku li dijî terorê têbikoşin.
Lê wî hişyarî da ku eger xemsarî hebe, dibe ku DAIŞ ji sala 2014an bihêztir vegere.
Her wiha got ku îro li Îraqê metirsiya madeyên hişbir ji ya terorê mezintir e.
Rêber Ehmed amaje bi giringiya piştgiriya asmanî ya Amerîka û Hêzên Koalîsyonê jî kir û wiha axivî:
"Eger ev piştgiriya asmanî nebûya, dê rewşa Îraqê ne wekî ya îro bûya." (RN)