Rêber Ehmed: Divê hikûmeta nû ya Iraqê bilez bê ava kirin

.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Berbijêrê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo peywira Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed ragihand, divê bilez hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn.

Rêber Ehmed li hejmara xwe ya taybet a “Twitter” ragihand, hilbijartinên pêşwext, encamên daxwazên rewa û qurbaniyên mezin ên ji bo Iraqeke baştir bû.

Rêber Ehmed ragihand jî, “Ji ber wê, pêwîst e hemû alî rêzê li encamên wê bigire û ji ber vê yekê divê her kes rêzê li encamên wê bigire û lezê bide avakirina hikûmeteke ku daxwazên kolanên Iraqê pêk bîne”.

Ehmed  piştî wergirtina baweriya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo peywira Serokomarê Iraqê ragihand: “Wergirtina vê baweriyê, ji min re cihê şanaziyê ye.”

Rêber Ehmed Xalid xelkê gundê Barzan e, bav û malbata wî hatin enfalkirin û tenê ew ji malbata xwe rizgar bû. Piştî rizgarbûnê koçberî Îranê bûye, piştî raperîna sala 1991ê, bûye endamê sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, piştre bûye endamê ofîsa navendî ya rêkxistina PDKê.

Ji destpêka Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tîrmeha 2019an heta niha, Rêber Ehmed postê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê birêve dibe, niha jî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ji bo serokomariya Iraqê hat namzetkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle