Rêbar Ehmed li Washingtonê bi hejmarek berpirsên rêveberiya Amerîkayê re dicive

.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed bi serdaneke fermî gihîşte Amerîkayê û dê ligel hejmarek hevdîtin û civîn ligel berpirsên Amerîka bike.

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed îro 11/6/2023  bi serdaneke fermî gehîşte Amerîkayê û ji aliyê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e Wezîrê Navxwe ligel berpirsên rêveberiya Amerîkayê bicive, ji wan Wezareta Derve, Wezareta Berevaniyê, Wezareta Xezîne, Koşka Spî û her wiha endamên Kongressa Amerîkayê û saziyên din.

Li gorî zanyariyan, Rêbar Ehmed roja 14ê Hezîranê dê li Peymangeha Aştiyê ya Amerîkî gotarekê li ser dawî pêşhatên siyasî, ewlehî û mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş bike.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Abdurrahman ragihand: “Em bi giringî li serdana Wezîrê Navxwe bo Washingtonê dinêrin, ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bi Amerîkayê re û diyalogeke kûr li ser mijarên ewlekarî, mirovî û siyasî yên ku cihê giringî û berjewendiya herdu aliyan e.”

Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’