Rayedarekî AK Partiyê piştgirî da kampanyaya damezrandina mamosteyên Kurdî

.

Nerazîbûna li hember damezrandina tenê 3 mamosteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ve berfireh dibe û Endamê Desteya Rêveber û Navenda Biryarê ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî piştgirî da kampanyayê.

Kampanya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) li ser medyaya civakî bi hashtaga #Kurdceye200EkAtama hatiye destpêkirin di demeke kurt de rastî eleqeyek zêde hat û bû TT.

HezKurd, Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurd, Platforma Mamosteyên Kurd, gelek rojnamevan, dîroknas û siyasetmedaran piştgirî dan kampanyayê.

Endamê Desteya Rêveber û Navenda Biryarê ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt jî piştgirî da kampanyayê û doh Duşembê 11ê Temûza 2022an li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir.

Abrurrahman Kurt di peyama xwe de dibêje: “Girêdayî daxwaza #Kurdceye200EkAtama, me ji Wezareta Perwerdeya Niştimanî agahî xwestin, piştî cejnê emê parve bikin. Ziman rûmet, nasname û dîroka civakê ye. Hemû ziman ji ayetên Xwedê ne. Hewl û keda we hêja ye. Her hebî…”

Berî çend rojan Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihandibû ku dê 20 hezar mamosteyên nû bên wergirtin lê ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatine diyarkirin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, bo ziman û edebiyata Erebî 175, bo Îngilîzî 1004 û bo Almanî 1 mamoste kontenjan diyar kirine. Lê ji 20 hezar kontenjanan, bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Bakurê Kurdistanê yê yekem û zimanê resen ê xelkê ye, tenê 3 kontenjan diyar kirine.

Ji wan 3 kontenjanên bo zimanê Kurdî jî, 2 bo zaraveya Kurmancî û yek jî bo zaraveyê Dimilkî anku Zazakî ye.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive