Raportera NY: Em dixwazin cezayên li ser Sûriyê bên rakirin

.

 Piştî serdana Şamê, Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî Alena Douhan, got ew dixwaze sizayên li ser Sûriyê demildest bên rakirin.

Raportera Taybet a Neteweyên Yekbûyî Alena Douhan ji bo amadekirina raportekê derbarê bandora rêkarên yekalî li ser mafên mirovan daxwaz kir ku sizayên li Sûriyê bên rakirin.

Piştî serdaneke ji bo Şamê ku 12 rojan dirêj kiribû, di konfranseke çapemeniyê de, Alena Douhan got: “Di sersiya rewşa mirovî ya karestbar de ku roj bi roj kambaxtir dibe, û 12 milyon Sûrî derdê nebûna ewlehiya xwarinê dikişînin, ez daxwaza rakirina demildest a tevahiya sizayên yekalî didim ku ziyaneke mezin digihînin mafên mirov û rêgiriyê li hewlên çakbûna bilez û bînasazî û avakirinê dikin.”

Derbarê vê mijarê de,  parlemanterê Sûrî Dr. Ebdulrehman Xelîl ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, hejarên Sûriyê baca van sizayan didin.

Derbarê heman mijarê de, Nîzar Mûsa endamê Komîteya siyasî ya partiya Yekîtî ku beşek ji ENKS û Îtîlafa opozisyonê ye, got ku armanc ji van sizayan fişar e li ser rejîma Sûriyê ye.

Alena Douhan ku ne karmenda Neteweyên Yekbûyî ya û nûneratiya helwesta rêxistina navdewletî nake, dê raporekê li ser rewşa mirovî û bandora sizayan amade bike. Biryar e ku Îlona sala 2023yê raporta xwe pêşkêş bike.

Kurdistan Haberleri

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin
Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya
Barrack: Rexne ji bo Sûriyê li Îsraîlê kir
Di mehekê de 12 kolberên Kurd bûn qurbaniyên êrîşên hêzên Îranê
Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin