Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 

.

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek  awazê  ya bi navê "Şevbêrkeka Hunerî" li dar xist. 
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar:  Hisên Bilal hat xemilandin 

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad, ve hat kirin. 
Wî bi gotineke pêşwaziyê armanca vê şevê rave kir û bal kişand li ser girîngiya huner û muzîkê di parastin, zindîkirin û veguhastina çanda kurdî de, bi taybetî di nav civaka kurdan a li welatên derveyî de.

Di vê şevê de gelek çalakvan, nivîskar, ronakbîr û hezkirên hunerê beşdar bûn. Atmosfera civînê bi hevaltiyê, rêzgirtinê û kêfxweşiyê tijî bû.
 Hunermend Hisên Bilal bi stran û lêxistina sazê xwe, beşdaran birin nav cîhana hest, bîranîn û çanda kurdî.

Di dawiya bernameyê de gelek beşdaran ramanên xwe anîn ziman. 
Wan diyar kir ku civînên bi vî rengî pir pêwîst in , ji ber ku awaz û hunera kurdî dikarin dilan nêzîk bikin, dûrahiyê kêm bikin û pêwendiyên di nav kurdên li derveyî welat de bihêztir bikin. Her wiha hat gotin ku ev şev hêvî, yekbûn û girêdana bi nasnameya kurdî zindîtir dike.

Ev şeva hunerî bi awayekî serkeftî bi dawî bû û dîsa nîşan da ku huner ne tenê çavkaniya kêfxweşiyê ye, lê her weha hêzeke girîng e ji bo parastina ziman, çand û yekîtîya civakê. Beşdaran daxwaz kirin ku ev cure çalakî bi berdewamî bên lidarxistin, da ku civaka kurdî ya li derveyî welat bêtir li hev were û çand û hunera xwe ji nifşekê bo nifşekî din biparêze.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê