Rapora lêkolîna êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê pêşkeşî Sûdanî tê kirin: ‘Divê bo NY bê şandin’

.

Hate ragihandin ku wê rapora dawî ya lêkolîna li ser êrîşa 15ê Çileyê ya Îranê bi ser Hewlêrê de, ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanê re bê pêşkeşkirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li odeya operasyonên hevbeş Lîwa Ebdulxaliq Talet îro Sêşemê eşkere kir: “Rapora lijneya lêkolînê li ser êrîşa ser bajarê Hewlêrê temam bûye û biryare di çend rojên pêş de pêşkeşî Serokwezîrê Iraqê bê kirin, ji bo biryara dawiyê li ser bide.”

Hate diyarkirin ku ew rapora dawî ye û wê Serokwezîrê Iraqê biryarê bide bê encaman çawa ragihîne.

Ebdulxaliq Talet da zanîn: “Ev ne yekem care êrîş li ser Herêma Kurdistanê tê kirin. Hemû raporên din bê encam bûn, ji ber wê em vê carê li bendê ne Iraq tişta berê dubare neke û encaman ragihîne.”

Talet diyar kir: “Biryar bû ev rapor radestî encûmena asayîşa navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî bê kirin, lê vê gavê ne diyar e, lê bêlê piştî pejirandina wê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve divê ji encûmena asayîşê re bê pêşkeşkirin. Em dixwazin ev rapor wek raporên din lê neyê û encamên wê hebin.”

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!