Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in

.

 Li gorî raporeke hikûmetê, li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in.

Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî eşkere kir ku par li Herêma Kurdistanê 79 kes bi tohmeta bazirganiya bi mirovan hatine desteserkirin û da zanîn ku bazirganiya bi mirovan du qatan zêde bûye.

Raporê derbarê terorê jî eşkere kir ku di nava sal û nîvekê de 290 kes bi tohmeta terorê hatine desteserkirin.

Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hewl û çalakiyên hikûmetê raporek weşand ku tê de gelek amarên girîng ên di warên cuda de hatine pêşkêşkirin.

Rapor li gorî Plana Niştimanî ya Îraqê ye ku Encumena Wezîran a Federal a Mafên Mirovan (2021-2025) pesend kiriye û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî ji bo pêkanîna planê hatiye erkdarkirin.

Her wiha nirxandin amaje bi pêngavên herî berbiçav ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di dema pêkanîna vê plana berfireh a ji bo mafên mirovan de dike.

Tevlîbûna Peymanên Navneteweyî

Li gorî raporê, "Plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Mafên Mirovan, hewleke berfireh e di çarçoveya rêveberiya wê de, ji bo ku rêjeya bicihanîna raspardeyan û lihevhatina bi peymanên navneteweyî re bi pêş bixe."

Di raporê de derbarê Hikûmeta Federal a Îraqê de tê gotin ku hikûmetê hinek rasparde red kirine ku bi peymanên navneteweyî ve girêdayî ne û di nav wan de “Rûbirûbûna şkenceyê, rakirina cezayê îdamê, tevlîbûna Sîstema Bingehîn a Romayê ya Dadgeha Tawanan a Navneteweyî, Protokola Dilxwazî ya Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cudahiyê yên li Dijî Jinan" hene.

Di raporê de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku tevlîbûna peymanên navneteweyî û pesendkirina wan di nav erk û taybetiyên Hikûmeta Îraqê de ye û ne di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Li gorî amarên dawî, Îraq di salên 2021-2025an de tevlî pênc peymanên navneteweyî bûye û bi giştî heta niha îmze avêtiye bin 11 peymanan û hinek ji wan ev in:

“Peymana Rakirina Cudahîkariya Nijadî, Peymana Taybet bi Mafên Aborî, Civakî û Çandî, Peymana Taybet bi Mafên Medenî û Siyasî, Rakirina Cudahiyê ya li Dijî Jinan (CEDAW), Mafên Zarokan, Peymana Parastina Her Kesî ji Windakirina bi Zorê.”

"Welat pesnê Herêma Kurdistanê didin"

Wekî ku di rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî de hatiye, berî pesendkirina Plana Niştimanî ya ji bo Mafên Mirovan (2021-2025), li Herêma Kurdistanê 14 yasayên girêdayî mafên mirovan di meriyetê de bûn.

Di navbera salên 2020 û 2023yan de, yanî piştî pesendkirina planê 22 yasayên din ên taybet bi mafên mirovan li Parlamentoya Kurdistanê hatine derxistin.

Her wiha 8 yasayên din jî di pêvajoya pêkanînê de ne ji bo ku bên derxistin.

Di raporê de tê gotin ku hinek welatan pesnê "pêngavên yasayî" yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di parastina mafên jinan, bicihneanîna cezayê îdamê û parastina mafên pêkhateyan de dane.

"Neçalakiya parlamentoyê derxistina hinek yasayan rawestandiye"

Di raporê de derbarê derxistina yasayên taybet bi mafên mirovan ên li Parlamentoya Kurdistanê çend astengî hatine destnîşankirin ku yek ji wan “neçalakiya Parlamentoya Kurdistanê ya di dema borî de” ye.

Rewşa darayî jî yek ji astengên din e.

Li gorî Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî, "amadekirina reşnivîsên yasayan heta ku digihîje qonaxa pesendkirinê, pêbendiyeke darayî li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ferz dike ku di vê rewşê de karekî dijwar e."

Her wiha qerebû (dayîna tezmînatê) û dadweriya temam ji bo qurbaniyên wan herêmên ku di bin desthilata "rêxistinên terorîst ên çekdar" de bûn, yek ji astengiyên din ên li pêşiya bicihanîna yasayên taybet ên mafên mirovan e.

Li gel vê yekê jî wekî ku di raporê de hatiye gotin, Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî ji Hezîrana 2024an heta Hezîrana 2025an, wekî aliyê erkdarkirî beşdarî gelek çalakiyên curbicur ên taybet bi rakirina cudahiya nijadî, parastina mafên zarokan û jinan, rûbirûbûna tawanan û nehiştina madeyên hişbir ên li derveyî Herêma Kurdistanê bûye.

"Li Kurdistanê stargehên ji bo qurbaniyên destdirêjiyê ne bi qasî pêwîstiyê ne"

Raporê bal kişandiye ser çend aliyên neyînî yên li Herêma Kurdistanê û dibêje, "Mekanîzmayên parastinê wekî pêwîst nînin û kêmasiya stargehên parastî ji bo jinên qurbaniyên destdirêjiya heye."

Di raporê de behsa "kêmasiya yekîneyên piştevaniya derûnî, civakî, çavkaniyên mirovî û pisporiyê" li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ofîs her wiha amaje bi wê yekê dike ku di çarçoveya planên hikûmetê de, bernameyeke xweparastinê ya bibandor an jî navendeke çareseriyê ya belaş nîne û "kontroleke pêwîst li ser birêvebirina deriyên sînorî ji bo hatina karkerên biyanî nayê kirin."

Di heman demê de li gorî rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî, ofîsê ji sala 2021ê ve derbarê mijarên cuda yên mafên mirovan 109 rapor, 113 daxuyanî û 57 ragihandin weşandine û heta niha, 62 komxebat û semînerên taybet bi plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo mafên mirovan li dar xistine.

"20 milyon rûpel li ser tawanên DAIŞê hatine komkirin"

Raporê bal kişandiye ser wan çalakiyên ku ji bo belgekirina tawanên DAIŞê hatine kirin jî.

Raporê amaje bi wê yekê kiriye ku bi du qonaxan, 57,86 gigabyte belgeyên tawanên DAIŞê bi rêya Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin ku "ji agahî û lêkolînên taybet ên rêkarên yasayî yên ji bo darizandina tawanbarên DAIŞê bi tohmeta encamdana tawanên navneteweyî pêk hatibûn."

Li gorî raporê, "tevahiya belgeyên arşîvkirî yên li hemû saziyên Herêma Kurdistanê û Îraqê digihîje 20 milyon rûpelî ku 394 hezar û 943 rûpelên wan li saziyên Herêma Kurdistanê ne."

"Tawan ji sedî 16 zêde bûne"

Di beşeke rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî de hatiye gotin ku sala 2024an li gorî sala 2023yan, bi giştî rêjeya tawanên hatine kirin ji sedî 16 bilind bûye.

Her wiha raporê amaje bi wê yekê kiriye ku rêjeya encamdana tevgerên neyasayî yên ku negihiştine asta tawanan jî li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Di raporê de tê gotin ku par li gorî sala 2023yan, tawanên taybet bi ciwanan ji sedî 25 kêm bûne.

Rapor her wiha eşkere dike ku di sala 2024an de, 14 hezar û 755 dosya li dadgehên tawanan ên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

"3 hezar û 400 endamên çalak ên Sendîkaya Rojnamegeran hene"

Li gorî amarên di nav rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî de, niha li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 400 endamên çalak ên Sendîkaya Rojnamegeran hene.

Heta 30ê Hezîrana îsal li Herêma Kurdistanê hejmara malperên tomarkirî gihiştiye 149an.

Rapor amaje bi wê yekê dike ku sala 2024an 733 bûyerên êrişên elektronîk ên bi rêya medyaya civakî li dadgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Di raporê de her wiha tê gotin ku rêjeya beşdariya jinan wekî sernûser li Herêma Kurdistanê sînordar e û tenê digihîje ji sedî 7,6ê rêjeya giştî ku li gorî ji sedî 92,4ê sernûserên mêr li Herêma Kurdistanê hejmareke kêm e.

"Bazirganiya bi mirovan nêzîkî du qatan zêde bûye"

Rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî dibêje ku sala 2024an bazirganiya bi mirovan nêzîkî du qatan zêde bûye û 396 bûyer hatine tomarkirin.

Her wiha tê gotin ku karê bi zorê zêde dibe û "2021ê 17 bûyer bûn lê sala 2024an bûye 49."

Bazirganiya seksî jî sala 2021ê 9 bûyer bûn lê sala 2024an 25 bûyer çêbûne.

Di heman demê de, bazirganiya bi organên laş li Herêma Kurdistanê ji 54 bûyerên salên 2022 û 2023yan, sala 2024an bûye 103 bûyer.

Ji bo rûbirûbûna bazirganiya bi mirovan çi hatiye kirin?

Li gorî raporê, rêkarên tund li hemberî bazirganiya bi mirovan hatine girtin û li Herêma Kurdistanê 79 kes bi vê tohmetê hatine desteserkirin.

Wekî ku Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî dibêje, sala 2024an 27 dewreyên rahênanê yên pisporî ji bo karmendên saziyên pêwendîdar derbarê rûbirûbûna bazirganiya bi mirovan de hatine vekirin.

Her wiha li Herêma Kurdistanê hejmarên pêwendiya rasterast hatine dabînkirin, ji bo wergirtina gilî û gazinên taybet bi bazirganiya bi mirovan û şopandina binpêkariyan.

Rapor her wiha eşkere dike ku ji aliyê rêxistinên hevpar ên navneteweyî û navxweyî ve, ji bo misogerkirina gihîştina qurbaniyan, xetên germ hatine dabînkirin.

Li gorî rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî, derbarê bazirganiya bi mirovan, mekanîzmayên gilîkirin û şopandinê li Herêma Kurdistanê baştir bûne.

"Ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir  jin in"

Di raporê de her wiha tê gotin ku heta meha Hezîrana îsal, hejmara giştî ya kesên ku bi tawana bikaranîn û bazirganiya bi madeyên hişbir  hatine cezakirin gihiştiye hezar û 599 kesan ku 977 ji wan bazirganên madeyan in.

Tenê di nîvê yekem ê îsal de, 846 kes ji ber bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir hatine desteserkirin û hejmara cezakiriyan gihiştiye 548 kesan.

Li gorî raporê, qebareya madeyên hişbir  ên ku dest li ser hatine danîn, sala 2023yan 482,124 kîlogram û  sala 2024an 446,172 kîlogram bûye, "lê sala 2025an zêde bûye û tenê di nîvê yekem de gihiştiye 372,800 kîlogramî."

Wekî ku di raporê de hatiye, ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir  li Herêma Kurdistanê jin in.

Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî her wiha behsa wê yekê kiriye ku li Herêma Kurdistanê plan û bernameyên taybet bi hişyarkirina civakê ji metirsiyên madeyên hişbir  hebûne, "di nav de zêdetirî 600 axaftin li mizgeftan li ser metirsiyan hatine pêşkêşkirin, her wiha heta niha ji bo 765 bikarhêneran rehabîlîtasyona pêwîst hatiye kirin."

Li gorî raporê, 278 kesên cezakirî yên ku bikarhênerên madeyên hişbir bûn, li girtîgehên Herêma Kurdistanê ji bernameyên navendên rehabîlîtasyonê sûd wergirtiye.

Rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî de, bal kişandiye ser çalakiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo nehiştina şkence û windakirina bi zorê.

Di wê beşê de tê gotin, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê komek tedbîrên bilez girtin ji bo rizgarkirina qurbaniyên destê DAIŞê."

Rapor behsa vekirina ofîseke pispor a ji bo rizgarkirina revandiyên destê DAIŞê dike û dibêje:

"Hikûmetê hewlên xwe ji bo belgekirina tawanên navneteweyî û pêngavavêtina ji bo pêkanîna dadweriyê, li gorî parastina hemû kesan ji windakirina bi zorê zêde kirine."

Piştî êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê, 6,417 Kurdên Êzidî hatin revandin.

Bi hewlên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya bi ser Ofîsa Nêçîrvan Barzanî ve, heta niha 3,590 kes hatine rizgarkirin û hewlên ji bo dîtin û rizgarkirina yên din berdewam dikin.

Di raporê de her wiha tê gotin ku heta 01-06-2025an, li Desteya Lêkolîn û Komkirina Belgeyan, 2 hezar û 991 doz û 3 hezar û 290 gilî hatine tomarkirin û 2 hezar û 848 mexdûrên Êzidî piştevaniya derûnî û civakî wergirtiye.

Her wiha ji bo diyarkirina çarenivîsa windayan, amûrên testa (DNA) li Fermangeha Belgeyên Tawanan a bi ser Wezareta Navxweyî ve hatine danîn.

"290 kes bi tohmetên bi terorê re pêwendîdar hatine desteserkirin"

Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî beşek ji rapora xwe ji bo rûbirûbûna terorê li Herêma Kurdistanê veqetandiye û tê de hatiye gotin:

"Ji destpêka sala 2024an heta Tîrmeha 2025an, 290 kes bi tohmeta hebûna pêwendiyê bi komên terorîst re, bi taybetî DAIŞê, hatine desteserkirin ku 124 ji wan ji ber nebûna belgeyan, bi fermana dadwer hatine berdan."

Di raporê de her wiha tê gotin, "Li gorî Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, niha hezar û 246 dosyeyên terorê li dadgehan hatine safîkirin û hejmara girtiyên bi ser DAIŞê ve ya li girtîgehan 659 kesên cezakirî ne."

Mafên Jinan

Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî amaje bi wê yekê kiriye ku "Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên yasayî yên bipêşketî avêtine, bi armanca bihêzkirina mafên jinan û parastina wan ji cudahî û tundiyê."

Li gorî wan amarên ku di raporê de hatine pêşkêşkirin, li Herêma Kurdistanê 192 rêxistinên taybet bi jinan hene, li gel vê yekê 69 dadwer, 58 dozgerên giştî, 185 lêkoler û 255 alîkarên dadwer ên jin hene.

Her wiha tê gotin ku di çarçoveya hêza Pêşmergeyan nêzîkî 800 jinan hene û 123 jin jî di yekîneyeke taybet a Şingalê de hatine bicihkirin.

Wekî ku di rapora Ofîsa Koordînasyonê ya Nûnertiya Navneteweyî de hatiye, bi giştî ji 3 hezar û 400 endamên çalak ên Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, hezar û 600 jin in.

Ki gel vê yekê jî rapor amaje bi sistbûna reforman li Herêma Kurdistanê ya di hinek waran de dike û dibêje:

"Di nav de temamkirina serrastkirina Yasaya Rûbirûbûna Tundiya Malbatî û nehilgirtina hemû wan têbîniyên ku bi Peymana CEDAWê ve (Peymana Rakirina Hemû Cudahiyê Cudahiyê yên li Dijî Jinan) girêdayî ne."

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê
Heyeta PWKyê Li Stockholmê Bi Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê Re Hevdîtinek Pêk Anî