Rapor: Tirkiye di serweriya hiqûqê de welatê 148emîn e

.

 Li gorî raporeke Enstîtûya Alîkariyên Hilbijartinê û Demokrasiya Navdewletî  (International IDEA)  Tirkiye di kategoriya serweriya hiqûqê de di nav 173 welatên cîhanê de welatê 148emîn e.

Li gorî heman raporê Tirkiye yek ji wan 4 welatên li Ewropayê ye ku “ne demokratîk in.”

Berî niha Daîreya 3emîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê derbarê parlamenterê girtî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay bicih nekir.

Piştî ku Daîreya 3emîn a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nasnekir, nîqaşên derbarê serweriya hiqûqê û serbixweyiya daraza Tirkiyeyê de bûye rojeva sereke ya wî welatî.

Li aliyê din, Enstîtûya Alîkariyên Hilbijartinê û Demokrasiya Navdewletî (International IDEA) ku navenda wê li Swêdê ye, rapora xwe ya bi navê Rewşa Cîhanî ya Demokrasiyê belav kir ku her sal li ser wê mijarê raporan amade dike.

Tirkiye di nav 173 welatan de welatê 148emîn e

Li gorî rapora saziya navborî, Tirkiye di warê serweriya hiqûqê de di nav 173 welatên cîhanê de welatê 148emîn e.

Tirkiye di heman kategoriyê de, ji 45 welatên Ewropayê jî ji dawiyê ve welatê duyemîn e.

Di raporê de Azerbaycan, Belarûs, Rûsya û Tirkiye ku li parzemîna Ewropayê ne welatên wekî “ne demokratîk” hatine diyarkirin.

Di raporê de Danîmarka, Norveç, Almanya, Swîsre û Swêd wekî welatên herî demokratîk hatine diyarkirin.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de