Rapor | Piraniya wan Kurd û Belûç 134 kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin îdamkirin

.

Li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav meha Nîsanê de 134 welatî bi hincetên siyasî hatin binçavkirin ku piraniya wan Kurd û Belûç in.

Li gorî rapora binpêkirinên meha Nîsanê ya Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, di meha borî de 134 kes hatine binçavkirin ku 63 ji wan Kurd in.

Di raporê de hatiye diyarkirin, 28 kes ji xelkê Belûç in, 15 jin û zarok û 20 jî mamoste û xwendekarên zanîngehan e.

Herwiha li parêzgeha Urmiyê 39kes, li Sîstan û Belûçistan 28 kes, li Sine 15 û Tehranê 14 kes hatine binçavkirin.

Di destpêka meha Gulanê de jî 6 çalakvanên Sunnî yên Belûç û 2 jî Kurd hatine girtin.

Li gorî amarên Hengawê di meha Nîsanê de zêdetir 7 rojnamevan û çalakvan li bajarên cuda yên Îranê de hatine îdamkirin.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin