Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk, ji sedî 97,79ê beşdaran xwestiye ku di hemû qonaxên perwerdeyê de Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk, di navbera 17-21ê Tîrmeha 2025an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî li 23 bajaran bi 2 hezar û 378 kesan re rapirsiyeke online pêk anî.
Armanca rapirsiyê pîvandina "asta bikaranîna zimanên zikmakî yên ji bilî Tirkî û daxwazên têkildarî wan" bû.
Rapirsî li bajarên wekî Wan, Sêrt, Riha, Dîlok, Êlih, Agirî, Amed, Dêrsim, Meletî, Şirnex, Semsûr, Mêrdîn, Çewlîg û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.
Li aliyê din, rapirsî li bajarên wekî Bursa, Îzmîr, Edene, Enqere, Samsun, Balikesîr, Antalya, Mêrsîn û Stenbolê yên Tirkiyeyê jî hat kirin û di encamê de daxwaza perwerdeya ji bo zimanê dayikê bi awayekî xurt derketiye pêş.
Di rapirsiyê de hat diyarkirin ku ji sedî 88,2yê beşdaran bi zaravayê Kurmancî û ji sedî 10,4ê jî bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) diaxivin.
Li gorî daneyan, ji sedî 23,5ê beşdaran zimanê xwe yê zikmakî "gelekî baş", ji sedî 43,2 "baş" û ji sedî 16,2 jî "kêm" dizanin.
Hat destnîşankirin ku kesên zimanê xwe yê zikmakî baş dizanin di koma temenê navîn de ne, yên kêm dizanin di koma temenê ciwan de ne û her ku asta perwerdeyê bilind dibe, rêjeya kesên baş diaxivin kêm dibe.
Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku zimanê sereke yê dê û bavên beşdaran di navbera xwe de û her wiha zimanê beşdaran bi dê û bavên xwe re bi giranî zimanê wan ê zikmakî ye.
Hat dîtin ku ji sedî 27,8ê beşdaran bi hevjînên xwe re tenê bi Tirkî bi diaxivin.
Ev rewş wiha hat şîrovekirin, "Her ku temen mezin dibe û asta perwerdeyê kêm dibe, rêjeya kesên ku bi zimanê dayikê bi hevjînên xwe re diaxivin bi awayekî sîstematîk zêde dibe."
Rêjeya axaftina bi Kurdî ya bi zarokan re ji sedî 24 e
Li ser pirsa derbarê bikaranîna zimanê dayikê di nav malbatê de, hat zanîn ku ji sedî 33,6ê beşdaran zarokên wan nînin lê ji sedî 40,1ê wan gotiye ku zarokên wan bi Tirkî bi wan re diaxivin.
Rêjeya kesên ku gotine zarokên wan bi giranî bi Kurdî bi wan re diaxivin, tenê ji sedî 24,7 e. Rêjeya axaftina bi Kirmanckî jî tenê ji sedî 1,3 ye.
Li ser pirsa "Asta zanîna zimanê dayikê ya zarokên we çi ye?", ji sedî 7,3 bersiva "Gelekî baş" û ji sedî 13,5 ê beşdaran jî bersiva "Baş" daye.
Li ser pirsa "We dizanî ku mafê zarokê we heye ku li dibistanê dersên Kurmancî-Kirmanckî wekî dersa bijarte hilbijêre?", ji sedî 45,5ê beşdaran bersiva "Erê" û ji sedî 21 jî bersiva "Na" daye.
Ji sedî 77,9ê beşdaran gotiye ku ew "tim" an jî "gelek caran" li muzîka bi zimanê xwe yê dayikê guhdarî dikin.
Li ser asta xwendina pirtûkên zimanê dayikê, tenê ji sedî 15,4 gotiye "Gelekî baş e" û ji sedî 22 jî gotiye "Baş e."
Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Ji sedî 97,9
Ji beşdaran hat pirsîn, "Hûn dixwazin li Tirkiyeyê di hemû qonaxên dibistanan de Kurdî bibe zimanê perwerdeyê?" Ji sedî 97,9ê beşdaran bersiva "Erê" daye.
Li ser pirsa "Ji bo parastin û bipêşxistina zimanê we yê dayikê, pêşniyara we ya yekemîn çi ye?", bersivên herî zêde wiha bûn:
“Ji sedî 51,9: Peydakirina derfeta perwerdeya bi zimanê dayikê.
Ji sedî 16,6: Nasîna fermî/statû/yasayî ya zimanê dayikê.
Ji sedî 9,1: Zêdekirina bikaranîna ziman di nav malbat û derdora civakî de.”
Di pêşniyarên duyemîn û sêyemîn de jî pêşniyara "Peydakirina derfeta perwerdeya bi zimanê zikmakî" di rêza yekem de cih girt.