Rapirsî - %60ê Ewropayê li dijî Tirkiyê ne

.

 Li gor rapirsiya Parlamentoya Ewropayê, %60ê xelkê Ewropayê bi awayekî nerênî li Tirkiyê dinêrin û %28 jî bi awayekî erênî dinêrin. %12ê jî nêrîna xwe eşkere nekirine.

Parlamentoya Ewropayê, derbarê nêrînên xelkê Ewropayê yên li ser Tirkiye, Amerîka, Brîtanya, Çîn û Hindistanê li 27 welatên endamê Yektitiya Ewropayê bi 27 hezar kesan re rapirsiyek kir.

Li gor encamên rapirsiyê, %60ê xelkê Ewropayê bi awayekî nerênî li Tirkiyê dinêrin û %28 jî bi awayekî erênî dinêrin. Ji beşdarbûyan %12ê jî nêrîna xwe eşkere nekirine.

Rêjeya ku herî zêde erênî li Tirkiyê dinêrin li welatên Letonya bi rêjeya %56, li Romanyayê bi rêjeya %55, li Litvanyayê %52, li Hirvatistanê %52 û li Maltayê %50 derketiye.

Herî zêde jî Yunanî li nerênî li Tirkiyê dinêrin, tenê %4ê xelkê Yunanistanê bi awayekî erênî li Tirkiyê dinêrin. Piştî Yunanê, Qibris bi rêjeya %9, bi rêjeya %12 Swêd û bi rêjeya %17 Almanya tên.

Di rapirsiyê de rêjeya piştgiriya Hindistanê ji ya Tirkiyê zêdetir derket. %38ê xelkê Ewropayê bi awayekî erênî li Hindistanê dinêrin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin