Rabêrt Malî, gefa li ser doktoran ji bo dermankirina xwenîşanderan li Îranê rexne kir

.

Rabêrt Malî, Nûnerê Payebilind ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê, rexne li gefên li ser pîzîşk û persenolên pizîşkî ji ber dermankirina xwenîşanderên birîndar girt.

Navbirî li ser hesaba xwe ya “Twitter”ê nivîsî: "Pizîşkan sond xwarine ku nexweşan rizgar bikin. Divê ew ji ber dermankirina xwenîşanderên birîndar neyên darizandin û girtin. Divê givaş û gefên hikûmetê yên li ser peresdaran bêne rawestandin”.

Li gor amaran, li Îranê her sal nêzî 1500 peresdarên pizîşkî ji bo penaberiyê diçine derveyê welat û eva jî nîşaneya givaşa hêzên rejîmê û bêkîfayeta berpirsên rejîmê derheq peresdar û pizîşkan nîşan dide.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle