“Rabêrt Malî: “Berdewamiya xwenîşandnan li Îranê nîşandeka mafxwaziya xelkê ye”

.

Nûnerê Taybet ê Amerîka li Karûbarên Îranê “Rabêrt Malî”  li derheq xwenîşandanên 10an hezar kesî li bajarên “Waşîngton û Berlîn”ê li dijî rejîma Îranê, li ser tora civakiya  “Twitter”ê peyamek belav kir.

 Nûnerê Taybet ê Amerîka li karûbarên Îranê “Rabêrt Malî” li ser rûpela xwe ya tora cîvakiya “Twitter”ê tevî îşarekirin bi xwenîşandana 10an hezar kesî li Waşîngton û Berlînê nivîsandiye ku ew kombûn nîşandeka piştevanîkirin ji xelkê Îranê ye”.

Herwisa navbirî tekezî kiriye ku: “Neraziyên li Îranê bi awayek aştîxwazane bo bi fermînasandina şerafet û mafên xwe, li dijî hikûmetê xwenîşandan dikin”.

Bi 10 hezar kes di xwenîşandanên bajarên “Waşîngton, Berlîn, Losancilês, Tokiyo, Madrîd û çendîn bajarên din ên cîhanê” bi silogana “jin jiyan azadî” li dijî rejîma serkutker a Îranê beşdarî kirin û bi wî awayî piştevanîkirina xwe ji xelkê Îranê dane nîşandan.

Çavkanî

Kurdistan Haberleri

Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin