Qûrbanî di dest de man

Mehmet Ercan ê bi salane sewalkariyê dike yê qurbaniyên wî di destên wî de man, diyar kir ku ji ber bihayê giran êm gelek xisar kirin.

Mehmet Ercan ê bi salane sewalkariyê dike yê qurbaniyên wî di destên wî de man, diyar kir ku ji ber bihayê giran êm gelek xisar kirin. 

 

Sewalkarên çend roj berî Cejna Qurbanê, qurbaniyên wan di destên wan de man, ji zêdebûna bihayê êm bi gilî û qazincin. Mehmet Ercan, diyar kir ku bi salane karê sewalkariyê dike û wiha axivî: “Ev 20 salin li Enqerê karê sewalkariyê dikim. Çend roj man ji Cejna Qûrbanê re, lê firûtina sewal pir xerabe. Bi krîza aborî re, hêza kirinê  jî ketiye. Ez li Hasanoglan a Elmandagê sewalkariyê dikim. Ji 17 çêlekên qûrbaniyê tenê mink arî 7 bifirûşim. Ev du salin sewalên me di destên me de dimînin. Sewalên ku min berî 2 salan bi 6 hezar TL’an kirî, îro bi 8 hezar TL’an tê firotin.” 

 

ÎSAL ÊM BI 90 TL’AN BÛ

 

Ercan, da zanîn ku bihayê êm li gorî sala çûyî pir pir zêde bûye  û wiha got: “Ji ber zêdebûna bihayê êm qezenca me  pir kême. Pereyê ku min qezenc kirin, ji niha de ji bo êm min xerç kir. Tekane qezenca min ew bû û ew jî çû. Êdî mirov weke berî hêza wan a kirînê nema ye. Mînak duh 10 kes hatin, 5 kesan sewal kirîn û 5 kesên din nekarin bigirin. Bihayê wî giran dîtin. Ji ber ku em jî zirar dikin, em nikarin fiyet daxin. Li gorî sala çûyî kirê jî biha bûye. Ji ber ku ev der cihê zavayê mine ez kirê nadim. Ger min kirê jî da ba, wê demê ezê têk biçûma. Ez tenê vî karî dizanim û jê fêm dikim. 3 zarokên min diçin zanîngehê. Em nîv birçî û nîv têr roja xwe derbas dikin.” 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da