Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan

.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz li hev civiyan.

Di hevdîtinê de tevî Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz, Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî amade bûn.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de got:

“Di hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê birêz Nuh Yilmaz re, min careke din piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê anî ziman.”

Qubad Talebanî di parvekirina xwe de her wiha anî ziman:

“Me li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera YNK û Tirkiyeyê de ku bi rengekî erênî pêş dikevin, li hev kir.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz her wiha îro bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinên cuda cuda pêk anîn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle