Qubad Talebanî: Me bi Hakan Fîdan re behsa pirsa Balafirgeha Silêmaniyê kir

.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku wî û Hakan Fîdan pirsa Balafirgeha Silêmaniyê gotûbêj kir.

Alîkarê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şedla û Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî jî di civînê de  amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, di civînê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û herwiha pirsa Balafirgeha Silêmaniyê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî li ser giringiya bihêzkirina têkiliyan di warên cuda de bi taybetî di warê bazirganiyê de hemfikir bûn.

"Pişka herêmê ji bûdceyê nehatiye çareserkirin"

Qubad Talebanî bal kişand ser mijara budceyê got:

Tevî qebûlkirina yasaya budceyê pirsa şandina pişka herêmê ji budceyê nehatiye çareserkirin.

Cudabûn û nebûna yekrêziya aliyên Kurdistanî bandorê li çaresernekirina pirsgirkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dike, bi taybetî di mijara bûdceyê de.”

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin