Qubad Talebanî: Ez Kurd im, zimanê dayîka min Kurdî ye

.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got, “Ez Kurd im, zimanê dayîka min Kurdî ye.”

Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîn a 1999an, 21ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Dayîkê ya Cihanê” qebûl kir.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi rêya hesabê xwe yê Facebookê bi wesîleya vê rojê peyamek belav kir.

“Ez Kurd im, zimanê dayîka min Kurdî ye”

Qubad Talebanî xizmeta wan nivîskar, helbestvan, zimanzan û xemxwarên zimanê Kurdî bi bîr anî got:

“Wan tevî hemû fişar û gefên li ser zimanê me jî gelek cefa û tehlî kişandin da ku zimanê Kurdî wekî nasnameya neteweya me biparêzin.

Di vê qonaxê de ji bo ku em karibin zimanê xwe biparêzin, divê bi pêş bê xistin û divê em piştgiriya wan mirovên dilsoz û xemxwar bikin ku hewl didin zimanê Kurdî li gel zanistên curbicur û guherînên vê serdemê biguncînin.

Ez Kurd im...

Zimanê dayîka min Kurdî ye...”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc