Qralîça Brîtanyayê Elizabeth II koça dawî kir

.

Qralîça Brîtanyayê Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de koça dawî kir û kurê wê Charles Philip Arthur George bû Şah.

Koşka Buckinghamê îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an ragihand ku Qralîçe Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de, piştî 70 salan mayîna wek şahjin koça dawî kir.

Yekser piştî koça dawî ya Qralîça Brîtanyayê Elizabeth a Duyem, kurê wê yê 73 salî Charles bû Şah.

Qralîçe Elizabeth di dîroka Keyaniya Brîtanyayê de dema herî dirêj xizmet kir, ev demek e tenduristiya wê ne baş bû.

i ser xerabûna rewşa tenduristiya qralîçe Elizabeth II malabata wê; kurê wê Prens Charles, hevjîna wî Camilla û neviyê wê Prens William çûbûn Balmoralê. Roja berê Qralîçe wezîfa serokwezîrtiyê dabû Liz Truss û hukumeta wê da rêvebiriya Brîtanyayê vala nemîne. Cara yekem bû ku Qralîçe li Kela Balmorala Îskoçyayê yeka weka Liz Truss ê qebûl kiribû. Temamê serokwezîrên din li Londrayê qebûl kiribû.

Elizabeth II ya Îngîltere, di 70 salên ku qralîçe bû 15 serokwezîran dît.a

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt