Qonaxa yekê ya parvekirina erdî li ser xanenişîn û fermanberan dest pê kir

.

Qonaxa yekê ya parvekirina erdî li ser xanenişîn û fermanberan dest pê kir.

Li Serokatiya Şaredariya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, îro (Çarşem, 16.10.2024) tîrûpişk ji bo parvekirina parçeyên erdî li ser xanenişîn û fermanberan tê kirin. Di qonaxa yekê de, 4 hezar û 747 fermanber û xanenişîn mifadar dibin û kartên parçeyên erdî werdigirin.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo duhî ji peyamnêrê K24ê Mêhvan Mecîd re ragehandibû, “Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sibe (Çarşem, 16.10.2024) dest bi parvekirina parçeyên erdî li ser fermanberên sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tê kirin.”

Guhdar Şêxo amaje jî dabû, “Di qonaxa yekê de parçeyên erd bi awayê tîrûpişkan li ser 4 hezar û 747 fermanberên sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê tên parvekirin û di qonaxa duyê de jî bi zêdetirî heşt hezar fermanberên din tên dan.”

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 27.03.2024ê di civîna xwe ya asayî de biryar da ku parçeyên erdî li ser fermanberên ku feydedar nînin parve bike.

K24

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e