Qeyyumê Amedê: Divê Amedspor navê xwe bigehurîne

Qeyyumê Şaredarê Mezin yê Amedê Cumalî Atîlla; divê Amedspor navê xwe bigehurîne û ji wan jî çend kes bikevin rêveberîya Klûbê.

Li gor nûçeya Lezgîn Akdenîz a rojnameya Evrenselê Qeyyumê Şaredarê  Mezin yê Amedê Cumalî Atîlla  gotîye, ew ji bo butçeya Amedsporê bidin şertê wan heye; divê Amedspor navê xwe bigehurîne û ji wan jî çend kes bikevin rêveberîya Klûbê.

Serokê Klûba Amedsporê Nurullah Edemen îtiraza vê yekê kiriye û gotîye; divê qeyyum rêzê nîşanê navê wan bide û li hember Klûba wan pêşhukimî nebe. Şaredarî di çerçeweya qanûnî ya butçeya Şaredarîyê de alîkarîya wan dike û ev li hemû şaredarîyên din yên bajarên Tirkiyeyê jî heye.

Berê navê Amedspor; Takima Sporê ya Şaerdarîya Mezin a Diyarbekirê bûye; di 8ê Cotmeha 2014ê de navê wê guhertine û kirine Takima Sportif a Amedspor.
Amedspor di liga 2 em a Sipî de futbolê dilîze û di dora pêş de ye; tesîsên şaredarîyê bi kar tine.

SPOR Haberleri

Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest
Ronahî dixwaze bibe ronahiya zarokên welêt
Spanya bû şampiyona Euro 2024ê