Qeyûmê li Êlih û Dêrsimê 15 karker ji kar derxistin

.

Li parêzgehê Êlih û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê 15 karker ji aliyê qeyûmê ve ji kar hatin derxitin.

Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, 6 karker ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, doh sibehê dema ku Ruken Ekîncî, Leyla Aydin, Taşkin Beyduz, Faruk Tugçu, Suat Yilmaz û Bêrîvan Acar Cîhangîr çûne kar bêyî ku ti hincet ji wan re bê nîşandan ji wan re hatiye ragihandin ku dawî li karê wan hatiye anîn.

Li aliyê din, Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikogluyê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hatiye kirin 9 karkeran ji kar derxistin.

Karkerên ku ji kar hatine derxistin bi rêya peyamê jikarderxistina xwe hîn bûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle