Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin

.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê kirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê kirin.

Wezaretê ragihand ku Hevserokê Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Cevdet Konak di dozekê de bi tohmeta “endamtiya PKK/KCKyê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standiye û ew ji ber wê ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

Li şûna Cevdet Konak, Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin.

Wezaretê her wiha ragihand ku bi heman awayî Serokê Şaredariya navçeya Pilûrê ya Dersimê ya CHPyê Mustafa Sarigul jî di heman dozê de bi tohmeta “endamtiya "PKK/KCKyê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standiye û ew jî ji ber wî cezayî ji erkê xwe hatiye dûrxistin.

Li şûna Mustafa Sarigul, Qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak û Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul roja çarşemê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê bi hinceta “endamtiya rêxistinê”  hatibûn darizandin.

Di dozê ji her du serokên şaredariyan re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Di dozê de beşdariyasSerokên şaredariyan di çend şîn, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên li dijî çêkirina bendavan ên salên borî de wekî tawan hatin dîtin.

Cevdet Konak 31ê Adarê bi rêjeya ji sedî 40,2yê dengderên Dêrsimê û Mustafa Sarigul jî bi rêjeya 33,6ê dengên xelkê navçeya Pilûrê hatin hilbijartin.

4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatibûn kirin.

Meha Hezîrana jî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin.

Ji 31ê Adarê ve qeyûm tayînî 6 şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine kirin ku 5 ji wan ên DEM Partiyê ne.

Kurdistan Haberleri

Trump: “Di wexteka nêz de wê operasyona bejayiyê bo ser Venezuelayê bêkirin”
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne
Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin
Rafaêl Girûssî, daxza encamdana lezgîn a lêkolînan li navendên navkî yên rêjîmê kir