Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn

.

Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, agahdarnameya dûrxistina ji kar a ku dixwestin pê bidin îmzekirin, îmze nekir.

Li Wanê polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt ku 5 roj in çalakiya nobetê lê berdewam e.

Polîsan, gelek kes ku di nav de rojnameger û siyasetmedar jî hene bi lêdanê desteser kirin.

Polîsan xwest ku agahdarnameya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya dûrxistinê bi Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Zeydan bidin îmzekirin.

Abdullah Zeydan diyar kir ku ew biryarê nas nake û agahdarname îmze nekir.

Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê li pêşiya avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.

Kurdistan Haberleri

Peyama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê jibo serdana heyeta PWK
Dizên zeytûnan bûne belaya serê Çiyayê Kurmênc
Gefa li ser Dêrsimê: ‘Dewlet bila mayînan paqij bike’
Hêlîn Umît: Plan derbasî qonaxekê nû dibe, teslîmbûn nayê qebûlkirin
Rejîma Îranê li Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin