Qeyûm dest bi karê xwe kir: Nivîsa bi Kurdî rakir

.

Qeyûmê Xelfetiyê nivîsa “Şaredariya Xelfetî”yê ya li ser hesabê fermî yê Xê yê şaredariyê jê bir.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku di destê DEM Partiyê de bûn.

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hat tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hat dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bû qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hat dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Dema Şaredariya Xelfetiyê di destê DEM Partiyê de bû li ser hesabê wê yê fermî yê Xê bi Kurdî “Şaredariyê Xelfetî” û “Hesabê fermî yê Şarederiya Xelfetîyê ya X’ê” dihat nivîsîn.

Lê her du nivîsên bi Kurdî hatin jêbirin û tenê Tirkiya wan nivîsan me.

Paşê nivîsa “Hesabê fermî yê Şarederiya Xelfetîyê ya X’ê” ducare hat danîn lê îbareya “Şaredariyê Xelfetî”yê nehat nivîsîn.

Qeyûmê Êlihê jî beriya her tiştî Kurdî ji malperê şaredariyê rakiribû.

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide