Qesra Spî: Em rewşa li Rûsyayê dişopînin

.

 Berdevkê Encûmena Asayişa Qesra Spî John Kirby ragihand, ew rewşa Rûsyayê dişopînin.

John Kirby li ser rewşa navxwe ya Rûsyayê û şerê gruba Wagnerê ya li dijî Rûsyayê dibêje: “Em bi hûrgilî liv û tevgerên Wagnerê dişopînin û ligel hevpeymanên xwe rewşê gotûbêj dikin.”

Kirby diyar kir, Serokê Amerîkayê Joe Biden ji hemû geşedanên rewşa Rûsyayê hatiye agahdarkirin.

Ev di demekê de ye ku Fermandarê Gruba Wagner Yevgeniy Prigojin li dijî Rûsyayê şer ragihand.

Yevgeniy Prigojin ku di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihand, diyar dike ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema li Moskowê hikum dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle