Qaymeqamê Şingalê yê tayînkirî dest ji kar kişand

.

Fehd Hamid ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê weke Qaymeqamê Şingalê hatibû tayînkirin, dest ji kar kişand û kilîla cihê karê xwe radestî polîsên navçeyê kir. Parlamenterekî Iraqê got, “Ew qaymeqamê nefermî bû; dest ji kar kişandina wî gaveke baş e ji bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê.”

Fehd Hamid roja Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an dest ji kar kişandina xwe ji postê Qaymeqamtiya Şingalê ragihand û ji bilî tometbarkirina Hikûmeta Iraqê ku guh nade pirsa Kurdên Êzidî got, “Piştî 5 sal û 6 mehan ku weke Qaymeqamê Şingalê hatim erkdarkirin, îro îstîfaya xwe radigihînim. Hikûmeta Iraqê girîngiyê nade navçeya Şingalê û pirsgirêkên Êzidiyan û heta niha ji %10ê xizmetguzariyan pêşkeşî Şingalê nehatiye kirin.”

Fehd Hamid diyar kir ku ew ji aliyê Heşda Şebî ve hatiye tayînkirin û got, “Hikûmeta xwecihî ya Neynewayê û Hikûmeta Iraqê bi min re kar nekirine.”

Fehd Hamid got, “Em gihîştine rêyeke girtî” û diyar kir, heta niha çarenivîsa nêzîkî 3 hezar Kurdên Êzidî ne diyar e û gorên komî nehatine kolandin. Li gelek bajarok û cihên navçeya Şingalê ti xizmetguzarî nayên kirin û Hikûmeta Iraqê jî girîngiyê nade.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Mecîd Şingalî ji Rûdawê re got, “Ew ne qaymeqam bû, ne Hikûmeta Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew nas nedekirin, lewra dest ji kar kişandina wî baş e ji ber ku ew gaveke erênî ye ji bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê.”

Mecîd Şingalî her wiha got, “Qeymeqamê niha yê Şingalê Nayîf Seydo ye ku rêveberê bajarokê Sinûne ye û di heman demê de bi wekalet Qeymeqamê Şingalê ye.”

Di Cotmeha 2020an de, Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bi hemahengî ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî li ser çend xalan li ser asayîkirina rewşa Şingalê, vegerandina penaberan û rêkxistina çarçoveya îdarî û ewlehiyê ya bajêr li hev kirin.

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike