Qaymeqamê Çemçemalê: Di êrişa Kormorê de 3 kuştî û 3 birîndar hene

.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ragihand ku di êrişa li Qada Gazê ya Kormorê de 3 kesên biyanî mirine û 3 kes jî birîndar in ku di nav wan de Kurd jî hene.

Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê danê êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronên bombebarkirî hatiye encamdan û got:

“3 kesên ku hatine kuştin biyanî ne û di nav 3 kesên birîndar de Kurd jî hene.”

Çavkaniyekî ji kompanyaya Dana Gasê ji Rûdawê re ragihand ku ziyana wan a canî heye lê hûrgiliyên zêdetir neda.

Remik Remezan diyar kir ku êrişa dronî saet 18:45an hatiye kirin û lê ne diyar e ku ji ku hatiye avêtin.

Piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Wezaretan ragihand ku piştî êrişê berhemanîna elektrîkê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.

Remik Remezan da zanîn ku cihê hatiye armancgirtin heman cihê ku cara berê êriş lê hatiye kirin û dihate nûjenkirin.

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle