Qasim El-Arecî: Gotegotên behsa armanckirina baregeha Mossadê li Hewlêrê dikin, ji rastiyê dûr in

.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê dibêje, gotegotên dibêjin ku baregeheke Mossadê li Hewlêrê hatiye armanckirin, ne rast in.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî li tora cixakî “X” nivîsî: “Bi awayekî meydanî me ligel komîteya lêkolînê serdana mala sermayedarekî li Hewlêrê kir, ku şeva borî hatibû bombebarankirin. Derket holê ku gotegotên dibêjin ku baregeha Mossadê li Hewlêrê hatiye armanckirin, ji rastiyê dûr in.”

Arecî got jî: “Hevdîtinên me bi dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê re berdewam dibin û emê raportekê pêşkêşî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê bikin.”

Şeva borî (Duşem, 15.01.2024) çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Piştre Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja 15-16ê Çileya 2024an demjimêr 23:30ê Supaya Pasdarên Îranê bi çend mûşekên balistî çend deverên sivîl ên Hewlêrê bombebaran kirin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên opozîsyona Îranê bûye. Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina li ser Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Diyar kir jî, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Kurdistan Haberleri

Berpirsê PWK Orhan Kaya Li Dihokê seredana PDKê kir
Mustafa Özçelîk: Me hevdîtineke berhemdar bi rêzdar Kemal Burkay re pêk anî
Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin