Qasim Arecî: Amerîkayê nehişt Israîl êrîşî ser Îraqê bike

.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amajeyê dide, “Amerîkayê rol di rêgirtina li Israîlê ji bo êrîşkirina li ser Îraqê de hebû.” Herwesa dibêje, “Em bizavê dikin PKKê ji Îraqê derbixin.”

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî îro (În, 07.02.2025) taybet ji kanala “El-Erebiye”yê re ragehand,  “Me bi Amerîkayê re lihev kiriye ku li Îlona sala 2026ê erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê bê bidawîanîn.”

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amaje jî da, “Eger Amerîka neba, Israîlê dê êrîş kiriba ser Îraqê, lê Amerîkayê rol di rêgirtina wê de hebû.”

Qasim Arecî ron jî kir, “Hemî aliyên Îraqê hevnerîn in ku divê çek tenê di destê dewletê de be.” Herwesa got, “Ew nerînên dibêjin ku Îraq paşkoya Îranê ye şaş in.”

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê eşkere jî kir, “Em bizavê dikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Îraqê derbixin.”

Navbirî tekez jî kir, “Me piştrastî wergirtiye ku sinorên me bi Sûriyeyê re dê parastî bin û çi metirsiyek di vî warî de nîne.” Pêdivî jî dît ku alîkariyeke mezin ji bo rûbirûbûna terorê di navbera Sûriye û Îraqê de hebe, ku Îraqê di vî warî gelek berjewendî bi Sûriyeyê re hene.

K24

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle