Qamişlo: Nûnerê Amerîkayê bi ENKSê û PYNKê re civiya

.

Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger îro Duşemê 24ê Cotmeha 2022an li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi ENKSê û PYNKê re civiya.

Di civîna PYNK û Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger de, her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kirin û qonaxa ku navçe tê re derbas dibe nirxandin, bi taybetî piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam derbasî Efrînê bû.

PYNK ji Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger daxwaz kir ku helwesta Amerîka bêtir cidî be û roleke çalaktir di çareserkirina krîza Sûriyê de bibîne. Her du aliyan behsa diyaloga Kurdî-Kurdî jî kirin.

Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger di civîna ligel ENKSê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji Rûdawê re ragihand, rewşa Efrînê û derbasbûna Tehrîr el-Şam hatiye gotûbêjkirin û Amerîka li dijî wê yekê helwêsta xwe gihandiye Tirkiyê.

Silêman Oso her wiha got, “Di civînê de her wiha binpêkirinên Ciwanên Şoreşger, rewşa aborî û girîngiya dîtina çareseriyan û piştevanîkirina xelkê hatine gotûbêjkirin.”

ENKSê daxwaza vekirina Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê li pêşya siyasetvan û sivîlan kiriye. Behsa rewşa perwerdeyê û xwendinê jî hatiye kirin û ENKS daxwaz kiriye ku Amerîka sînorekî ji wan binpêkirinan re dayne.

Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger teqezî li ser wê yekê kiriye ku karê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî wê ji bo aramiya navçeyê be û ew dê piştevaniya zêdetir pêşkêş bikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin