Qamişlo - Li ser rewşa Sûriyeyê û banga Ocalan civînek pêk hat

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku Meclisa Xwecihî ya Kornîşa Navîn civîna xwe ya asayî li baregaha xwe ya Qamişloyê li dar xistiye.

Li gorî daxuyaniyê, rewşa Sûriyeyê û banga Abdullah Ocalan a ku xwestibû PKK xwe fesix bike û çekan deyne hatiye gotûbêjkirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser naveroka civînê got:

"Beşdaran rewşa siyasî û tekreviya desthilata li Şamê ya di biryardayînê de û dûrxistina hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi berfirehî gotûbêj kiriye ku ev jî metirsiyekê li ser paşeroja Sûriyeyê pêk tîne."

“Hemû aliyan piştgirî daye Banga Ocalan”

Li gorî daxuyaniyê, her wiha behsa “lihevhatina Kurdan-Kurdan hatiye kirin ku divê biryar li serê were dayîn da ku mafên Kurdan li Sûriyeyê werin bicihkirin," û qala "banga Abdullah Ocalan jî hatiye kirin ku hemû aliyan piştgirî dayê.”

ENKSyê amaje pê kir ku di civînê de dabaşa “kar û barên rêxistinî û çalakiyan jî hatiye kirin” û bi taybetî minasebetên Adarê hatine rojevê.

Civîna li Qamişloyê

Divê were gotin ku Civîna Xwecihî ya Kornîş û Navîn yek ji civînên xwecihî yên Qamişloyê ye, li gel civîna xwecihî ya Rojava û civîna xwecihî ya Rojhilat.

Civîna li Qamişloyê

RÛIDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle