Qamişlo.. ENKS ji bo piştevanîkirina malbatên şehîdên Cindirêsê xwe pêşan dide

.

Li ser banga ENKSê îro li Qamişlo xwepêşandanek li dijî şehîdkirina 4 welatiyên Kurd li bajarê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve hate kirin. Bi dehên alîgirên ENKSê, kesên serbixwe, rewşenbîr û çalakvan tevlî xwepêşandanê bûn.

Serkirdeyên ENKSê di xwepêşandanê gotin, heya ku grûpên çekdar ji nava bajarê Efrînê dernekevin û koçber venegerin bajarê xwe, ewê di çalakiyên xwe de berdewam bin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Cindirês û Efrînê ev 5 roj in bi çalakiyan radibe ta ku dilê miletê me rihet bibe û bigihe mafê xwe, grûpên çekdar ji nava gund û bajaran derkevin û navê wan bikeve lîsteya terorê û miletê me yê koçber bûye jî veger ser cih û warê xwe. Xebata me ji bo armancan berdewam dibe.”

Li ser dirêjahiya 5 rojan, çalakî, gerv û xwepêşandan li dijî kuştina 4 welatiyên Kurd li Cindirês di şeva Newrozê de li Efrîn, Rojavayê Kurdistanê û welatiyên cuda ên Ewropayê birêve diçin. nehîştina binpêkirinên mirovî, sizakirina kujeran û derketna çekdaran ji nava gund û bajaran daxwazên serke yên wan xwepêşandanan ne.

Kurdistan Haberleri

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir