Qamişlo: Ciwanên Şoreşger êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî kir

.

Ciwanên Şoreşger li cadeya Siyahî ya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi keviran êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî kirin.

Ji Qamişlo çavkaniyekê ji Rûdawê re got, îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022an Ciwanên Şoreşher û alîgirên Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser PKKê yê li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin, piştî xwepêşandanê nêzîkî 50 ciwanên PYDê û Rêxistina Ciwanên Şoreşger bi keviran êrîşî avahiyên Neteweyên Yekbûyî kirin û pencereyên wan şikandin.

Heta niha ne Rêveberiya Xweser û ne jî Netewên Yekbûyî ti daxuyanî di vê derbarê de nedane.

Di xwepêşandanê de Ciwanên Şoreşger logoya Rêxistina Tenduristiya Cîhanî xistine bin lingê xwe û pankartên xwe li ser avahiya wê daliqandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle