QAMIŞLO - 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir

.

Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir.

8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekola ku îro dest pê kir dê 7 rojan berdewam bike.

Nivîskarê Kurd Mihemedê Pîrê jî ferhengeke Kurdî-Kurdî ya bi navê Ferhenga Zimanê Kurdî ya bi zarê Kurmancî amade kiriye ku cara yekem di pêşangehê de nîşan dide.

Mihemedê Pîrê beriya niha 5 pirtûkên bi navê Îsmaîlê Dîn, Lîstikên Kurdan li Cizîrê, Destana Kurdî, Çîroka Zarokên Biçûk û Kes Tune Bê Kul û Derd çap kirine.

Nivîskar Mihemedê Pîrê bû mêvanê bultena Rojava û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Nivîskar Mihemedê Pîrê li ser ferhenga xwe got:

“Min Ferhenga Zimanê Kurdî ya bi zarê Kurmancî amade kir. Ez gund bi gund li herêma Cizîrê geriyam.

Ez 40 salan li ser xebitîm ku 80 hezar peyv tê de hene.”

Her wiha 2 berhemên wî yên neçapkirî hene.

54 weşanxaneyan beşdarî 8emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûne.

Her wiha 143 hezar pirtûk tên nîşandan.

Ji Sûriye, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Îraq û Başûrê Kurdistanê, Misir, Belçîka, Libnan, Kuweyt, Îtalya û Îmarata Erebî weşanxane beşdar in.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin